Hêzên Asayîşê: Di operasyona Qamişlo de 36 çeteyên DAIŞ’ê hate girtin

Hêzên Asayîşê li bajarê Qamişlo operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anî.
Asayîşê diyar kir ku hêzên wan di vê oparasyonê de 36 çeteyên DAIŞ û hevkarên wan girtine

Asyîşê têkildarî operasyonê daxuyanî da û got:

Îro (2`yê Çileyê) di saetên berbangê de, Hêzên Operasyonan û Hêzên Taybet (HAT) li taxên cuda yên bajarê Qamişlo girtin ser cihên ku endamên şaneyên DAIŞ`ê xwe tê de veşartibûn û kesên bi wan re alîkar bûn.

Di encama vê opersyonê de 36 çeteyên DAIŞ û hevkarên wan hatin girtin.

Her wiha di serdegirtinan de hejmarek çek û cebilxane û tiştên teknîk ên ji no meşandina karê xwe û xwe tenzîm kirinê bi kar dianîn desteser kirin.”

Asayîşê bang gelê li herêmê kir ku ger tevgerên bi guman dîtin, nuqteyên ewlehiyê yên herî nêz agahdar bikin û piştgiriya hêzên ewlehiyê bikin.

Her wiha asayîşê teqez kir ku ewê ji bo parastina ewlehiya herêmê operasyonên xwe bidomînin.

Back to top button