Artêşa Somalyayê 8 çeteyên hereket El-Şebab kuştin

Di êrîşeke Artêşa Somalyayê li ser navendeke çeteyên hereket El-Şebab a Somalî de, 8 çete hatin kuştin.

Artêşa Somalî diyar kir ku hêzên El-Denib yên Taybet êrîşî navenda çeteyên Hereket El-Şebab ya li gundê Sehin Yerî a navçeya Liço kir.

Di encamê de, jê 2 fermandar, 8 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, navê herdu fermandarên ku hatine kuştin; Ebdulezîz Ewî û Ebû Xetabê in.

Duşemê jî artêşa Somalî êrîşî baregeheke leşkerî ya hereket El-Şebab li parêzgeha Liço kiribû û di encamê de 7 çete hatibûn kuştin.

Back to top button