Nordic Monitor: Balyozxaneyên Tiriyê li seranserî cîhanê bûne navendên sîxuriyê

Wezareta Derve ya Bulgaristanê eşkere kir ku balyozxaneya Tirkiyê ya li Sofyayê, li dijî mamoste, rojnamevan û rexnegirên Erdogan dest bi operasyonkeke sîxuriyê kiriye.

Ev operasyon, piştî ku Awistya toreke sîxuriyê girt, dest pê kir.

Li gorî malpera Nordic Monitor ya Swêdî, Balyozxaneya Tirkiyê bi behaneya têkiliya digel Fethullah Gülen, agahiyan li ser Tirk û Bulgariyan kom dikin.

Wezareta Derve ya Bulgaristanê jî da xuyakirin ku wan navên sîxuran rasestî polîsan kirine.

Li gorî lêpirsînên digel toreke sîxuriyê ya Tirkiyê li Viyanayê, sîxurekî MÎT’a Tirk mukur hatiye ku planên pêkanîna rêzekuştinên siyasî li paytexta Awistryayê hene.

Sîxurê MÎT’ê ji bo kuştina siyasetmedara Kurd ya Awistryayî Bêrîvan Eslan hatibû erkdarkirin.

Nordic Monitor bal kişand ku piraniya şandeyên dîplomatîk ên Tirk û balyozxaneyên Tirkiyê, bûne amûr û navendên sîxuriyê li seranserî cîhanê.

Back to top button