Lavrov: Dibe ku insiyatîfa Qahîrayê bibe bingeha diyalogên navbera Lîbiyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov di dema serdana serokê parlamena Lîbyayê li Moskoyê, Insiyatîfa Qahîrayê weke bingeha diyalogên navbera Lîbiyan de bi nav kir.

Amerîkayê jî derbarê aloziya Lîbyayê de teqezî li ser bidawîkirina rola çeteyan li welêt kir. Li aliyê din dewleta Tirk piştgiriya Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî dodomîne.

Serokê Parlamena Lîbyayê, Eqîle Salih serdana Moskoyê kir bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov re civiya.

Sergey Lavrov destnîşan kir ku dibe Insiyatîfa Qahîrayê ya ji bo çareseriya li Lîbyayê bibe bingeha diyalogên navbera Lîbiyan.

Lavrov got ku wê karê balyozxaneya wan ya Lîbyayê dîsa destpê bike ku wê navenda wê li Tûnisê be.

Amerîkayê teqezî li ser bidawîkirina rola çeteyan li Lîbyayê kir

Hemwextî vê serdanê, hin rayedarên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, mijara şandina çekan ji çeteyên li Lîbyayê, bi berpirsên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re nîqaş kir.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku çeteyên Wîfaqê û yên dewleta Tirk, pêvajoya siyasî li Lîbyayê asteng dikin û teqezî li ser bidawîkirina rola çeteyan li welêt kir.

Akar: Em ê bi fermana Erdogan piştgriya Wîfaqê bidomînin

Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê, Hulusi Akar û serokerkanê Tirkiyê serdana paytexta Lîbya Terablusê kir.

Hulusi Akar di dema serdana xwe de got:

“Welatê me wê li gorî biryarên Serokomar Erdogan piştgriya xwe ji bo Hikûmeta Wîfaqê bidomîne.”

Îmarat û Fransayê destwerdanên Tirkiyê red dikin

Her wiha derbarê mijara Lîbî de, Wezîrê Derve yê Îmarat Şêx Bin Zayîd Bin Al Nehiyan û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bi riya telîfonê aixvîn.

Herdu aliyan destwerdanên dewleta Tirk di karûbarê Lîbî de red kirin û piştigirî dan hewildanên Misirê ji bo çareseriya aloziya li Lîbyayê.

Back to top button