Misir: Tirkiyê çavkaniya derxistina tevlîheviyê li herêmê ye

Derbarê êrîşên domdar yên dewleta Tirk ser xaka Iraqê, hikûmeta Misirê got ku Tirkiyê çavkaniya derxistina tevlîheviyê li herêmê ye.

Îro Wezareta Karên Derve ya Misirê derbarê êrîşên domdar yên dewteta Tirk ser herêmên Iraqê daxuyaniyek da.

Wezaretê êrîşên dewleta Tirk ser xaka Iraqê şermezar kir û destnîşan kir ku ji êrîşên Tirkiyê tê xuyakirin ku ew çavkaniya derxistina tevlîheviyê li herêmê ye.

Wezaretê got:

“Tişta ku Tirkiyê dike aramî û aştiya li herêmê xira dike û ev qet nayê qebûlkirin.”

Wezareta Karên Derve ya Misirê piştgiriya xwe ji gel û hikûmeta Iraqê re nîşan da û bang li hemû aliyan kir ku rêzê ji serweriya Iraqê re bigirin.

Back to top button