Iskender Selîm: Bêdengiya Iraq û Başûrê Kurdistanê, tê wateya pejirandina dagirkeriya Tirkiyê

Dewleta Tirk a dagirker, êrîşên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê didomîne. Aliyên siyasî yên Kerkûkê diyar kir ku divê hikûmeta Başûr û ya Iraqê li dijî êrîşên Tirkiyê xwedî helwest bin.

Endamê Tevgera Azadî Iskender Selîm jî anî ziman ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdengiyeke navdewletî heye û banga helwesteke neteweyî li Kurdan kir. 

Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya parêzgeha Kerkûkê Iskender Selîm der barê êrîşên dewleta Tirk de diyar kir ku, parastina Başûrê Kurdistanê, erka hikûmeta herêmê ye û da zanîn ku bêdengiya wan tê wateya pejirandina dagirkeriyê.

Iskender diyar kir ku êrîşên Tirkiyê bi hevkariya hin aliyan pêk tê, lewre divê rênîşander werin eşkerekirin da ku eniya xiyanetê ji ya welatparêziyê bê cudakirin.

Iskender Selîm Iraq weke berpirsiyarê êrîşên Tirkiyê dît û got:

Iskender Selîm: Li hember êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûr, bêdengiyeke navdeweletî heye

“Bêdengiya hikûmeta Iraqê, zelal dike ku li hemberî êrîşan bêdengiyeke navdewletî heye. Divê helwesteke neteweyî were nîşandan.”

Her wiha Endama Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Hesîbe Ebdullah jî bal kişand li ser daxuyaniyên partiyên Başûr û got:

“Bila êrîşan tenê bi daxuyaniyan şermerzar nekin. Gelek riyên qanûnî yên mîna gilîkirina li NY’yê hene ku hikûmeta Başûr bi kar neanîne.”

Şiwan Mihemed: Dewleta Tirk bi êrîşên xwe, qanûnên navneteweyî binpê dike

Berpirsê Partiya Zehmetkêşan a Kerkûkê Şiwan Mihemed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe, qanûnên navneteweyî binpê dike û da zanîn ku Iraq û NY jî bêdeng in.

Aram Hacî: PDK siyaseta Başûr bi rê ve dive, lê nikare biryareke serbixwe bide

Li aliyê din, lêkolîner û mafnas Aram Hacî teqez kir ku PDK xeta siyaseta Başûr bi rê ve dibe, lê nikare biryareke serbixwe bide û şandina hêzê ji bo Zînî Wertê weke mînaka vê yekê nîşan da.

Aram Hacî anî zimên ku, KCK’ê gelek caran ji bo çareseriya aştiyane û vekişîna hêzê ji Zînî Wertê peyam ji hikûmeta Başûr re şandine, lê bersiv nehatin dayîn û anî ziman ku ev yek jî têkçûna siyasî diafirîne.

Mamoste û çalakvan Sinor Kerîm jî, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên yên li dijî PKK’ê got:

“Gelek belge hene diyar dikin ku destê sîxur û xiyaneta navxweyî di şehîdxistina şoreşgeran de heye. Ev yek li ser gelê Kured metirsî ye.”

Back to top button