Çavdêriya Sûrî: Li Lîbyayê sextekarî di nava çeteyên dewleta Tirk de belav e

Ser-çeteyên Sûriyê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker siyaseta cudakirinê di nava endamên xwe de bi kar tînin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, got asta nakokiyê di navbera çeteyên dewleta Tirk de li Lîbyayê dewam e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, diyar kir ku li Lîbyayê di nava çeteyên alî-girên Tirkiyê de nakokî ji ber sextekarî û qutkirina fonên wan de, hene.

Li gorî navendê, ev rewş ji bilî çeteyên Turkmen ji tevahiya komên çeteyan re derbasdar re, dan û standin bi awayekî baş bi çeteyên Turkmen re tê kirin nexasim ku serçete Turkmen be.

Navendê wek mînak bi bîr xist ku 500 dolar ji fonê çeteyê Turkmen tê qutkirin lê duqatî vê miqdarê ji çeteyên ne-Turkmen tê qutkirin.

Ev sextekarî li dijî komên Hemze, Silêman Şah, Eniya Şamiye, Lîwa Mutasim, Lîwa Semerqend, lîwa Şemal û Artêşa Îslamê tê kirin.

Back to top button