Rûniştinên danûstandinên Lîbî-Lîbî yên li Mexribê heta demeke nediyar hatin bipaşxistin

Rûniştinên danûstandinên Lîbî- Lîbî yên navbera Parlamen û Meclisa dewletê yên li bajarê Mexribê, ta demeke nediyar hatin bipaşxistin.

Çavkaniyên Lîbî diyar kir ku sedema bipaşxistinê, nepejirandina şandeya Parlamenê li ser guherandina Meclisa dewletê ya hin endamên guftûgoyan e, bêyî ku şandeyê agahdar bikin.

Lê Balyozê Lîbî yê li Mexribê Ebdulmecîd Xeys da zanîn ku serokê Parlamena Lîbî Uqeyla Salih û serokê Meclisa dewletê Xalid El-Mişerî, dibe ku başdarî îmzekirina lihevkirina dawî ya Pêncşemê bê bibin, heke di guftûgoyan de gavên erênî bên avêtin.

Back to top button