Meclisa Leşkerî ya Minbicê şaneyek istixbarata Tirk girt

Bi girtina şaneyên istixbartê yên dewleta Tirk li herêmê, planên Tirkiyê yek bi yek eşkere dibin. Vê carê li Minbicê şaneyeke din hat girtin û endamên wê li xwe mikur hatin ku wan hewl dida gelek teqînan pêk bînin û kesayetan armanc bikin.

Navenda ragihandin Meclisa Leşkerî ya Minbicê xeleka sêyem a mikurhatinên şaneyên istxbartê yên dewleta Tirk weşand..

Ev şane ji 3 çeteyan pêk tê ku ji aliyê meclisa leşkerî ve hatine gitin, navên wan wiha ne:

Ebû Hisên El-Ewad, Mihemed Tewfîq Bozan û Macid El-Derwîş…

Vê şaneyê bi Istixbarat dewleta Tirk a dagirker re kar dikir û kuştina serokêl û kesayetên netewî yên li Minbicê plan dikirin.

Jixwe berî niha gelek şane hatine gitin û dîsa di mikurhatinên xwe de ev yek anîne ziman.

Çeteyan got, armanca sereke ya karê wan, têkbirina ewlehiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser e.

Çete Ebû Hisên El-Ewad dîmenê nuqteyên leşkerî li beramberî pereyan ji istxibarata Tirk re dişand..

Min ji wan re dîmenên nuqteyên Rûsan û gelek baregehên din kişand..

Mîna xaçerêya Ûsicilî, nuqteya Iskender û Şerfan..

Her wiha min dîmenê gelek çekên giran jî kişandin..

Çete Mihemed Tewfîq Bozan ji başûrê Babê ye û dîmenê nuqteyên leşkerî li Minbicê ji MÎT’a Tirk re şandiye.

Min ji Istixbarat Tirk re, dîmenê 4 nuqteyên leşkerî li Kobanê kişandiye..

Li beramberî van dîmenan ji min re hezar û 300 dolar şandin..

Ji min re nexşereyek şand û min li ser fêr kir.

Bi rêya vê nexşerêyê min nîşaneyên baregehan ji wan re dişandin.

Îcar li ser wê min nuqteyên li Minbicê şandin..

Macid El-Derwîş li xwe mikur hat ku wî plana kuştina şervan, kesayetên Minbicê û teqînan dikir..

Ebû Şakir El-Qereslî yê Istxibarat Tirk bi min re axivî û ji min xwest ez şervanan bikujim.

Her wiha li bajarê Minbicê teqînan pêk bînim..

Navenda Ragihandin Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hêzên meclisê ji bo misogeriya ewlehiya herêmê wê lêgerîna li şaneyan veşartî bidomînin..

Back to top button