Kobanê-2’emîn Festîvala Wêjeyê di roja 3’an de bi dawî bû

12’ê Mijdarê li bajarê Kobanê 2’emîn Festîvala Wêjeyî destpê kir.
Festîval îro di roja 3 an de bi dawî bû.
Kesên di festîvalê de axivîn diyar kirin ku armanca fistîvalê ew e ku nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên wêjeyê bînin gel hev da ku ji bo pêşxistina wêjeya kurdî gavan biavêjin.

12’ê Mijdarê, 2’emîn Festîvala Kobanê ya Wêjeyê bi durişma ′Ji bo peyva ku hîn nehatiye gotin, em li vir in” dest pê kir.

Festîvala îsal ji aliyê Weşanxaneya Rojava ve û bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ve hate organîzekirin.

Di festîvalê de gelek kes li ser girîngiya wêjeya kurdî axivîn û gotin:

“Em bi rêya festîval û çalakiyên wisa, ziman û wêjeya xwe bi pêş dixin.

Em ê hîna zêdetir zimanê xwe dewlemed bikin.

Kêmasiyên di ziman de bi rêya panel û semîneran guftûgo bikin û cihê vala dagirin.

Divê em weke saziyên wêjeyî û çandî hîn zêdetir xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.”

Back to top button