Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dijî êrişan civînek li dar xist

Bi armanca ku balê bikişînin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê civîneke berfireh li dar xist.
Ciwanan diyar kirin ku bi hevgirtinan gelan û enerjiya ciwanan dê planên mêtîngeriyê yên dijmin têk biçin.

Civîn bi amadebûna şêniyan, meclis û partiyên siyasî li navenda Çandê ya li navçeya Tirbespiyê hat lidarxistin.

Ji rêveberên PYD′ê Munteha Hisên axivî û li dijî êrişan îşaret bi girîngiya yekitiya pêkhateyên herêmê kir.

Ji Rêveberên Tevgera Ciwanan Mihemed Ereb jî destnîşan kir ku êriş û planên dijmin wan ji rêya berxwedanê dûr naxe.

Her wiha ji reveberên heman tevgerê Mizgîn Hisên jî tecrîda li ser Rêber Apo nirxand û got:

“Azadiya Rêbertî azadiya me ye, ji ber vê yekê em ê azadiya wî ya fîzîkî bikin bingehê têkoşîna xwe.”

Di dawiya civînê de sînevîzyonek der barê nirxandinên Rêber APO ên têkildarî rola ciwanan de hat pêşandan.

Back to top button