Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê, li navçeya Ehdasê 33 kon ji xwendekarên Dibistana Şehîd Egîd re vedan. Ev kon hatin vedan, ji ber piştî erdhejê xisar di dibistanan de çêbû.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn-Şehbayê 33 kon li qada Dibistana Şehîd Edîg ji bo dewamkirina perwerdeyê vedan.
Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, hejmara xwendekarên li Dibistana Şehîd Egîd ên her du qoxanên navîn û amadehî 527 e û xwendekarên seretayî 600 e.
Armanca desteyê ew e ku perwerdeyê dewam bike, li gel rewşên dijwar yên ji ber erdhej û dorpêça giran a ji hêla hikumeta Şamê ve.