Bi wesîleya salvegera 3’an a dagirkeriya Serêkanihyê û Girê Spî Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da.Rêveberiyê diyar kir ku dewleta dagirker ji 9’ê Cotmeha 2019’an veheta niha, dewleta Tirk li Serê Kaniyê û Girê Spî qirkirinê dike. Her wiha hat diyar kirin dewleta Tirk li pey wê yekê ye ku dagirkeriya xwe mayînde bike.
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo salvegera 3. a êrişên li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser hebûna Tirkiyê li herêmên Sûriyê weke xençerekê di laşê Sûriyê de bi nav kir û got:
“Amerîka û Rûsya çireya kesk dan lewma Serê kaniyê û Girê spî hatin dagirkerin..
Û niştecihên wê koçber bûn, û kuştin û revandin li dijî sivîlan hatin kirin.
Îro gelê me yê koçber di kampan de di şert û mercên dijwar de dijîn..
Sedema wê jî ew e ku civaka navdewletî erkên xwe bi cih neanîne..”
“Dewleta Tirk dest ji hedefgirtina herêmên me bernade”
Rêveberiya Xweser di daxwiyaniya xwe behsa êrişên rojane li dijî herêmê kir û wiha domand :
“Dagirkeriya Tirk jî dest ji hedefgirtina ewlekarî û aramiya herêmên me bernade..
Rojane herêmên me bi balafirên bê mirov û çekên giran bombebaran dike.
Di çarçoveya şerê xwe de ava Elok jî qut dike ..
Ji zêdetirî milyonek kes li Hesekê û herêmên wê tî dihêle.”
“Divê civaka navnetewî bi erka xwe rabe”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê di daxwiya daxwiyaniya xwe de ev bang kir :
“Em bang li hemû hêzên demokratîk ên niştimanî dikin ku bi erka xwe ya netewî û exlaqî rabin.
Her wiha em bang li civaka navdewletî jî dikin ku berpirsiyariyên xwe ji bo bidawîkirina dagirkeriyê bi cih bîne. “