Emîne Osê li serê êrişên dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê axivî

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê anî ziman ku armanca êrişên Tirkiyê yên li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî dagirkirina xeta sînorê Sûriyê-Tirkiyê bû. Her wiha piştrast kir ku armanca stratejîk a Rêveberiya Xweser rizgarkirina herêmên dagirkirî ji çeteyan û dewleta Tirk e. 

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Emîne Osê li ser êrişên Tirkiyê yên dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî axivî.

Emîne Osê: Armanca Tirkiyê dagirkirina xeta sînor e

Emîne Osê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirina xeta sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi kûrahiya 30 Kîlometre ye û ev tişt anî ziman:

“Tirkiye hewl dide şêniyên resen bide koçberkirin da ku penaberên Sûrî li şûna wan bi cih bike. Bi vê jî armanca xwe ya guhertiya demografîk pêk bîne.”

Emîne Osê: Xelk ji binpêkirinên Tirkiyê bêzar bûye

Emîne balkişand ser bertekên xelkên herêmên dagirkirî jî û got:

”Gelê wir ji kiryar û binpêkirinên Tikiyê bi bêzar bûye. Êdî derfeta kişandina nefeseke bi azadî nemaye.

Carê em dibînin xwepêşdanên tên lidarxistin û banga derketina dagirkeran ji wan herêman dikin. Her wiha rojane li dijî binpêkirinan bertek nîşan didin.”

Emîne Osê anî ziman ku piştî rizgarkirina Baxozê piraniya serçeteyên DAIŞʹê reviyan herêmên dagirkirî yên di bin dagirkeriya Tirkî de ye, niha jî ew çete bûye sedema bêaramiha heremên me.

Emîne Osê: Divê Sûrî li hember planên Tirkiyê bisekinin

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber diyar kir ku armanca stratejîk a Rêveberiya Xweser rizgarkirina herêmên dagirkirî ji çeteyan û dewleta Tirk e.

Emîne Osê da zanîn ku Tirkiyê bi hemû derfetên xwe hewl dide beriya bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê herêmên dagirkirî tevli nexşeya xwe ya nû bike.

Dawiyê, Emîne Osê bang li hemû gelên li Sûriyê kir ku bi cidiyet li hemberî planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk bisekinin.

Back to top button