Bi hezaran şêniyên Efrînê cenazeyên 2 şehîdên HRE`ê Zinar Til Qirah û Egîd Efrîn ên di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê li navçeya Ehresê ya kantona Şehba oxir kirin
Li şehbayê jî şehîd Zinar û Egîd ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bibûn hatin oxirkirin.
Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn û hat gotin:
“Bi saya fedakariyên şehîdên mîna Zinar û Egîd em bi vîna xwe dijîn û herêmên xwe diparêzin.
Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.