Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), ragihand ku du şervanên wan dema bersiva êrişên çeteyên dewleta Tirk dan şehîd bûn û nasnameyên wan eşkere kir.
HRE’yê ji gel û malbatên şehîdan re sersaxî xwest.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nasnameya du şervanên xwe, eşkere kir.
Di destpêka daxuyaniya HREʹyê de wiha hat gotin:
ʹʹ7’ê Cotmehê saet 6’ê sibehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşek li ser çeperên hêzên me yên herêma Efrînê pêk anîn.
Bi bersivdayîna şervanên me re, şerekî dijwar qewimî. Di şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn lê agahîyên zelal nehatin bidestxistin.
2 hevrêyên me bi nasnav Egîd Efrîn û Zinar Tilqerah, di encama vî şerî de bi lehengî şehîd bûn.”
Li ser jiyan û têkoşîna herdu têkoşeran HER’yê got:
“Hevrêyê me Egîd di malbateke welatparêz a Efrînê li navçeya Racoyê ji dayîk bû. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re cihê xwe di nava refên şoreşê de girt.
Di şerê me yê li dijî çeteyên DAIŞ, El Nûsra û artêşa Tirk a dagirker de, bi tecrûbeyên xwe yên demê re wekî fermanderekî tevlî bû.
Piştî dagirkirina Efrînê şehîd Egîd di eniyên berxwedanê yên herî pêş de cihê xwe girt û di her çalakiyeke ku li dijî dijmin hate li darxistin bi awayekî çalak tevlî bû û roleke diyarker lîst.”
Hevrêyê me Zinar Tilqerah jî ji pêkhateya me ya Ereb e.
Di sala 2016’an de beşdarî nava refên şoreşê bû. Bi baweriya ku wê yekîtiya gelên Kurd û Ereb bibe wesîleya azadiya tevahî gelên bindest ên Rojhilata Navîn, bi kelecan û coşeke mezin beşdarî xebatên şoreşê bû. ”
HREʹyê diyar kir şehadeta her du şervanan wê têkoşîna wan ya li dijî dagirkeriyê xurttir û mezintir bike û teqez ew ê tola hevrêyên xwe hilînin.
HRE’yê di dawiyê de ji, malbatên şehîdan û gel re sersaxî xwest û soza pêkanîna xeyal û armancên wan da.
Nasnameyên her du şehîdan wiha ne:
- Nasnav: Egîd Efrîn
- Nav û Paşnav: Mahsûm Begdaş
- Navê Dayikê: Hûriye
- Navê Bav: Rifat
- Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê – 7’ê Cotmeha 2022
- Nasnav: Zinar Tilqerah
- Nav û Paşnav: Alaadîn Silêbî
- Navê Dayikê: Ayşa
- Navê Bav: Mustafa
- Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê – 7’ê Cotmeha 2022.”