KCK: Divê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî geştir bibe

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê û Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê daxuyanî dan..
Di daxuyaniyan de komploya navnetewî hat şermezar û ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo, banga xurtir kirina çalakiyan hat kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê û Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê daxuyanî dan..

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê de 24. salvegera komploya navnetewî ya 9 cotmehê hat şermezar kirin û hat gotin:

“Komploya li ser Rêber Apo bi armanca qirkirina gelê Kurd pêk hat.

KCK: Gelek hêzan di komploya navneteweyî de cih girt

Rêber Apo ji bo pirsgirêka Kurd ji dorhêla pevçûnan derxîne, şert û mercên çareseriya siyasî ya demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd bide çêkirin, çûyîna Ewropayê tercîh kir.

Lê welatên Ewropa ji şûna ku pirsgirêka Kurd çareser bikin, bûn beşek ji komploya bi pêşengiya DYA.

Ewropa bi girtina hemû deriyên xwe li ber Rêber Apo, nîşan dan ku ew ne alîgirê çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd in.

Welatên Ewropayê ne tenê ji rû bi rû bûna pirsgirêka Kurd dûr ketin, qanûnên xwe û yên gerdûnî jî binpê kirin. ”

KCK’ê işaret bi hêzên kurd ên beşek ji komployê bûn jî kir û wiha domand:

KCK: Hêzên îxanetkar jî di nav komployê de cih girtin

“Di komploya li dijî Rêber Apo de hin hêzên Kurd ên ku xiyanet û hevkariyê qebûl kirin jî cih girtin.

Bi hêviya tesfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, xwestin berjewendiyên aborî ji xwe re çêbikin.

Ev hêz îro jî li kêleka dewleta Tirk a qirker radiwestin û di şerê li dijî gerîla de cih digirin.”

KCK: Ewropa, DMME û CPT ji tecrîda li Îmraliyê berpirsyar in

KCK’ê li ser rewşa Tecrîdê û êşkenceya ku niha li Îmraliyê dewam dike jî got:

Ewropa, DMME û CPT’yê ji tecrîd û pergala êşkenceya Îmraliyê ku bi komploya navneteweyî hatiye afirandin berpirsyar in.

Sîstema Îmraliyê bi erêkirina saziyên Ewropayê di çarçoveya komployê de hat afirandin.

Dema ku Rêber Apo birin Îmraliyê, heyeta CPT’yê ew pêşwazî kir. Ev rewş jî derdixe holê ku Ewropa û CPT’yê di nava komploya navneteweyî de cih digirin.

PAJK: Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye

Koordînasyona PAJK’ê jî di daxuyaniya xwe de hêzên komploger şermezar kir û got:

“Bi komploya ku armanc dikirin Rêber Apo tine bikin û gelê kurd qir bikin, negihiştin encamê.

Rêber Apo bi sekna xwe ya azadiyê û têkoşîna jinan, gelê me û raya giştî ya demokratîk, pêşî li plana siyasî ya komplogeran girt.

Rastiya pergala taybet a Îmraliyê ew e ku pirsgirêka Kurd di qefesê de bê hiştin û jinê bixeniqînin.

Koordînasyona PAJK’ê li hember komployê û dewam tecrîdê jî ev yek got:

PAJK: Divê tevlêbûna pêngava azadiya Rêber Apo xurt bibe

Li dijî komployê rawestîn ji pirsgirêka tenê ya gelê Kurd derbas bûye û bûye erka sereke ya her kesê ku li dijî faşîzm, dîktatorî, zayendperestiyê ye.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku têkoşîna azadiya jinê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî digihîne wate û rêgezên têkoşînê, azadiya jinê ye.

Divê bi awayek xurt tevlîbûna pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Wê komploger têk biçe, yên bi ser bikevin wê jin û gelên me bin, wê azadî û demokrasî be.”

Komploya Navneteweyî

Back to top button