Serhildanên li Îran û Kurdistanê 22 rojin didome

Tevî kuştin, girtin û binçavkirinên dewleta Îranê, xwepêşandanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên ji bo azadiyê didome.
Li ser bana çalakvanan ya ji bo şermezar kirina êrişên rejîma Îranê îro li gelek bajaran gel neçûn ser kar û daketin qadan.
Xwendekarên zanîngehê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî banga boykotkirina dibistanan kirin.

Serhildanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan di roja 22’yan de didome.

Piştî banga çalakvanan di torên civakî de îro li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel carake din neçûn ser kar û daketin qadan.

Li gelek zanîngehan jî xwandekaran bi dIrûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” tevlîbûna dersan qebûl nekirin.

Di çarçoveya banga ji bo protestoyan de serê sibehê gelê Banê, Seqiz, Dîwandere, Sine, Bokan, Mihabat û Şîrazê deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.
bane

Gelê Sine bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” berê xwe qada çalakiyê.

Li wir hêzên rejîmê bi çekên giran êrişî gel kirin û raste rast gulebaran kirin.
hmû5

Li Tehranê jî gel bi hêrseke mezin daketin qadan û bi dirûşma “Bimre dîktator” diyar kirin ku ew ê Îranê azad bikin.

Gelên Şîraz û Kerecê jî bi dirûşma “Em Komara Îslamî naxwazin” li qadan bûn.
hmû3

Di çalakiyên bajarê Reştê de jî hêzên Besîcan êrişî gel kirin û gelek kes birîndar bûn.

Bi heman armancê li bajarê Kerec, Meşhed, Babil û Kêrmanê jî gel bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan.
çend sanye dîmen

Xwendevanên zanîngehê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyên cûda banga boykotkirina dibistanan kirin.

Li ser vê bangê xwandekarên jin ên Seqizê bi dirûşma “Bimre dîktator” tevlî dersan nebûn.

Jinên xwandekar ên bajarê Sine û Merîwanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” tevlîbûna dersan protesto kirin.

Her wiha îro çûyîna serok komarê Îranê Reîsî ji bo zanîngeha Zehra rastî nerazîbûneke tund a xwandekarên jin hat.

Li gelek zanîngehan jî çalakiyên xwandekaran hebûn.

Desteya Hemahengî ya Rêxistina Mamostayan jî diyar kir ku ger rejîma Îranê dawî li tundiya xwe neyne ewê di rojên pêş de dakevin qadan.

Back to top button