Şehîdkirina Jîna Emînî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk serhildanên li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî weke rewa binav kir û got;
Jîna Emînî şehîd kir, dewleta Îranê ye.
Niha tişta girîng ew e ku Îran guh bide daxwaza gelan û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk serhildanên piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî nirxand.

Cemîk Bayik-Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê

Bayîk diyar kir ku di serî de jin, hemû beşên civakê xwedî li Jîna Emînî derketine û got;

Jineke Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve bi êşkenceyê hat kuştin û ev bû sedema rabûna serhildanê.

Bayik: Daxwazên gel li Îran û Rojhilat rewa ne

Ji xwe gelek zext û pirsgirêk hene û dema jineke Kurd wisa bi êşkenceyê hat şehîdkirin, ne tenê jin hemû gel li dijî wê rabûn.

Daxwazên gel rewa û demokratîk in. Divê dewleta Îranê guh bide jin û civakê û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike.

Bayik: Îran bi êrişan bersivê dide daxwazên rewa

Ya ji Îranê tê xwestin eve. Lê Îran çi dike; bi tûndiyê bersivê dide daxwazên demokratîk.

Yanî bi zextan hewl dide daxwazên civakê ji holê rake. Ji ber vê hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Pêwîste rêya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêk esas bigirin.

Niha li şûna vê, radibin û dibêjin, Amerîka û Îsraîl vê yekê li dijî Îranê pêş dixin.

Başe ev çiqasê rast e? Yanî dibe ku hinek bi wê bawer bikin, lê civak rastiyê dizane.

Yên Jîna kuştî ne Îsraîl û Amerîka ye, saziyeke dewleta Îranê ye.

Dibe ku hesabê hêzên derve li ser Îranê hebin, lê ya girîng helwesta Îran bixwe ye.

Ji bo wê jî pêwîste alozî li hundir bên çareserkirin.

Bayik: Serhildana jina Kurd wê li cîhanê mezin bibe

Tevgera bi pêşengiya jinan destpêkir wê li cîhanê jî mezin bibe.

Dewleta Îranê Kurdan berpirsiyarê wan serhildanan dibîne.

Ji bo wê jî êrîşî Kurdan û rêxistinên wan dike. Ji ber şehadetên dawî ez partî û gelê Rojhilat sersaxiyê dixwazim.

Back to top button