Li Minbic û Şehbayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ciwanên li Şehba û Minbicê li dijî komploya 9’ê Cotmehê daketin qadan û komplo şermezar kirin.

Li dijî komploya 9’ê Cotmehê li herêmê bertekên xelkê zêde dibin, bi taybet ciwan li dijî vê bi hêrsin.

Di vê derbarê de doh ciwanên şoreşger li Şehbayê meşek li darxistin û komplo şermezar kirin.

Ciwanan di meşê de diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya rêber Apo ew ê li ser piyan bin..

Li Minbicê jî bi heman armancê xelk daketin qadan û li dijî komployê dengê xwe bilind kirin.

Piştî ku meş veguherî mîtîngê û gelek axaftin têde hatin kirin, komplo hat şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Rêber Apo, rêberê projeya demokratîk e ku li Rojhilata Navîn çareserî ye.

Rêber Apo Îmralî veguherand navenda zanist û zanînê, bi rêya nivîs, pirtûk û analîzên xwe.”

Di dawiyê de xelkê ku tevli meşê bûne banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Back to top button