Sabrî Ok: Têkçûna AKP-MHP’ê wê mîna têkçûna hîtler bibe mîladek

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok hilbijartinê 14’ê Nîsanê nirxand û got:
“Têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê wê weke têkçûna Hîtler bibe mîladek û pêşî li têkoşîna demokratîk were vekirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a li Stêrk TV bû û rojeva heyî nirxand.

Sabrî Ok destpêkê balkişand li ser tecrîda li Îmraliyê û got:

“CPT li gor pîvan û hiqûqa navneteweyî tevnagere.

Zêdeyê du salan e ku tu agahî ji Rêber Apo nîn e. Di kîjan rewşê de dijî, rewşa wî ya tenduristiyê çi ye, em nizanin.

Li dijî tecrîdê ji me her yek, di çi aliyê de bikare erka xwe, berpirsyartiya xwe, li hember rastiya Rêber Apo pêk bîne, bi wî awayî, em hemû di nav tevgerekê de bin. Wext ji bo me giring e.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê rewşa heyî ya heremên parastina medyayê jî bibîrxist û dazanîn ku dewleta Tirk li hember berxwedaniya li Zap, Avaşîn û Metîna ti encam negirtiye û têk çû.

Back to top button