Li Cebel El-Zawiyê çeteyek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn

Li Cebel El-Zawiye di êrîşên hêzên hikumeta Şamê de, çeteyek hat kuştin.

Çavadirêya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku hêzên hikumetê nuqteyên çeteyan li Cebel El-Zawiye topbaran kirin.

Di encamê de çeteyek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Çavdêriyê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê li êniyên gundewarê Bakur- Rojhilatê Laziqiyê jî, gundê Kebana topbaran kir.

Dewleta Tirk 25 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin

Li aliyekî din, dewleta Tirk şandina çekan ji bo Idlibê didomîne.

Çavderiyê da zanîn ku duh dewleta Tirk ji deriyê Kefer Losîn, 25 maşîneyên leşkerî û alavên leşkerî yên din derbasî Idlibê kirin.

Bi vê yekê re, jimara maşîneyên ku ji meha Adarê û heya niha derbasî herêmê bûne, gihîşt 6 hezar û 795’an.

Back to top button