Çavdêriya Sûrî: Ji destpêka şer de, 28 çeteyên Sûrî li Azerbeycanê hatine kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji destpêka şerê li Qerebaxê de, 28 çeteyên Sûrî li Azerbeycanê hatine kuştin.
Serokwezîrê Kanadayê jî got, dibe ku Azerbeycanê balafirên bê mirov ên ku Kanada dane Tirkiyê, li dijî Ermenîstanê bikar anîbin.

Dewleta Tirk ya dagirker ji bo şerê li dijî Ermenîstanê heta niha bi sedan çeteyên xwe yên li herêmên dagirkirî yên Bakurê Sûriyê şandine Azerbeycanê.

Li gorî daxuyaniyan heta niha gelek çete di şerê li Qerebaxê de hatine kuştin û birîndar bûne.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir heta niha 28 çeteyên dewleta Tirk di şerê li Qerebaxê de hatine kuştin.

Çavdêriyê da xuyakirin ku piraniya çeteyên kuştî, Tirkmenên bakurê Helebê yên girêdayî komên Tirkiyê ne.

Çavdêriyê da zanîn ku hefteya borî, Tirkiye zêdeyî 850 çete şandibûn Qerebaxê.

Çavkaniyan ji hundirîn Efrînê navên 4 çeteyên Sûrî ku li Azerbeycanê hatibûn kuştin, eşkere kirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ev çete ji bajarê Himsê û di nava koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam a girêdayî dewleta Tirk de bûn.

Navên van çeteyan ev in:

Yasir Ferzat, Kînan Ferzat, Mihemd Ehmed El-Şihne û Bîlal El-Tîbanî

Kanada: Dibe ku Azerbeycan balafirên me yên bêpîlot bi kar anîbin

Li aliyê din, dewleta Tirk balafirên bê mirov yên bi çek ku ji Kanada û hin welatên din digire Kurdistan, Lîbya û Sûriye û herî dawî jî li Qerebaxê li dijî Ermeniyan bi kar tîne.

Têkildarî mijarê serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau da xuyakirin ku, dibe hêzên Azerbeycanê li dijî Ermenistanê balafirên bêpîlot ên ku firotibûn Tirkiyê, bi kar anîbin.

Justin Trudeau diyar kir ku ew ji bo vê yekê lêkolînê dest bikin û ji bo wê tedbîrên pêwîst bigirin. Her wiha Trudeau diyar kir pirsgirêk bi şerê çekdarî çareser nabe û got, ew ji ber rewşa li Qerebaxê bi fikar e.

Back to top button