Berdevka Têkiliyên Derve ya KCK’ê: Nûçeya ‘ Gerîla li Ermenistanê şer dikin’, derew e

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku şandina çeteyên xwe bo Qerebaxê veşêre, bi rêya ragihandina xwe, nûçeyên derew ên mîna PKK’ê hêzên xwe şandine Ermenîstanê belav kirin.
Berdevkê Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem destnîşan kir, ku nûçeya ‘Gerîla li Ermenistanê şer dikin’, derew e û bi vê yekê dixwazin dijminahiya di nav gelan de kûrtir bikin.
Ronî Serdem diyar kir ku dem hatiye êdî mirov ji vê rejîma Tirk a faşîst rizgar bibe û wê hilweşîne.

Dewleta Tirk a dagirker ku bi sedan çeteyên xwe şandine Qerebaxê li dijî Ermeniyan dide şerkirin ji bo ku veşêre bi rêya medya xwe ya şerê taybet serî li derewên mîna ku PKK’ê hêzên xwe şandine Ermenîstanê dide.

Berdevka Komîteya Têkiliyên Karê Derve a KCK’ê Ronî Serdem ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a derewên parve dike, alîgirên AKP’ê bi xwe jî bawer nakin.

Ronî Serdem got:

“Dewleta Tirk a plana wê ya qirêj eşkere bû, niha jî li ser tevgera me re nûçeyên derew parve dikin.

Li her erdnîgariya ku dixwazin dagir û şer bikin, bi hinceta ‘PKK û Kurd hene’ ji bo armancên xwe pêk bînin, asta derewên xwe yên mezin ku avakirine û dîsa dijminahiya li Kurdan nîşan dide.

Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bi belavkirina van derewan, di serî de li dijî gelê me û gelan dixwaze dijminahiyê kûrtir bike.

Heman demê dixwazin di nava gelan de, nakokî, şer û aloziyan zêdetir bikin.”

Ronî Serdem destnîşan kir ku dewleta Tirk ev şer di navbera Azerbêcan û Ermenistanê daye destpêkirin, armanca wê parçeyek ji projeya Osmanî ye.

Ronî Serdem: Dem hatiye rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bê hilweşandin

Berdevka Komîteya Têkiliyên Karê Derve a KCK’ê dîroka dewleta Tirk a qirker a li dijî gelan bibîrxist û anî ziman ku dem hatiye êdî mirov ji vê rejîma Tirk a faşîst rizgar bibe û desthilata AKP-MHP’ê bê hilweşandin..

Ronî Serdem bang li hemû gelan û hêzên demokrasiyê kir ku li dijî polîtîkayên şerxwaz û nîjatperestiyê bibin xwedî helwest.

Back to top button