Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt dewam dike

Çalakiyên greva birçîbûnê ên li zîndanên dewleta Tirk ên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo, 237 roj li pey xwe hişt. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku hemû pirsgirêk û polîtîkayên şer bingeha xwe ji tecrîdê digire, divê têkoşîna li dijî tecrîdê bê mezin kirin.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Berxwedan bi koma 47’an di roja 237’an de ye.

Li gel vê çalakiya piştevaniya li wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr jî 216 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya grevê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 199’an de dewam dike.

Salîha Aydenîz: Divê têkoşîna li dijî tecrîdê bê mezinkirin

Bi pêşengtîya DBP’ê, KCD’ê, HDP û TJA şandeyek nêzî 8 meh in serdana bajarên heremê û yên Tirkiyê dike û hevdîtinan bi gel re pêk tîne.

Di van hevdîtinan de bi taybet tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirekên Tirkiyê tên nîqaşkirin.

Derbarê mijarê de, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî.

Salîha di destpêka axaftina xwe de da bi bîr xist ku bi taybet ev 6 sal in li ser Rêber APO tecrîdek girankirî heye.

Salîha diyar kir ku tecrîd di şexsê Rêber APO de dest pê kir lê îro li hemû deveran tecrîdek giran tê meşandin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di dawiyê de got:

Divê em jî hemû gel û rêxistin têkoşînên xwe mezintir bikin.

Em dizanin ku rizgarbûyîn, şikandina tecrîd û azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.

Back to top button