Li Rojhilatê Kurdistanê, rêjîma Îranê giritin û binçavkirina xwendekar, rojnamevan û çalakvanan didomîne, herî dawî jî 4 kesên din hatin binçavkirin.
Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, doh mamosteyek, rojnamevanek û 2 kesên li bajarên Şîno û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku rojnamevan û berpirsyarê heftenameya Agrîn Roj Mehmûd Mehmûdî 31’ê Çileyê li Sineyê hate binçavkirin.
Mamoste Ezîz Qadirtac jî 30’ê Çileyê li Şîno, heman rojê Wahîd Şêx Mehmûdî û Ferîdûn Bayezîdî li Şîno hatin binçavkirin.
Ji 8’ê Çileya 2021’ê û vir ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêleke binçavkirin û girtina xwendekar, çalakvan, mamoste, rojnamevan û hunermendan hatiye destpêkirin.
Ji hingî ve, zêdeyî 100 kes hatine binçavkirin û çarenûsa wan nayê zanîn.