Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP’ê berpirsyarê hilweşîna avahiyên ji ber erdhejê ye û ji bo meş û mîtîngên 25’ê Sibatê yên li welatên Ewropayê banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya TJK-E’ê de hate gotin: “Ji ber karên lêgerîn û rizgarkirinê baş ne-hatiye kirin gelek mirovên me di binê kavilan de asê man û em bûn şahidê qîrîna wan a ji bo alîkariyê.
Hikûmeta MHP-AKP’ê ji destpêkê ve nekarî kirîzê bi rê ve bibe, hîn mezintir kir û hewl dide partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl ên dixwazin alîkariyê bikin, asteng bike.
Bi vê yekê re derketiye holê ku berpirsyarên vê felaketê Erdogan û alîgirên wî ne, li ser xwîna gelan, jinan û zarokan hebûna xwe didomîne.
Divê em li her derê tifaqa wî ya qirêj kifş bikin û ji wî û alîgirên wî re bibêjin ku nikare xwe bi vê yekê xwedî bike.
Lewma em bang li gelê Kurd, jinên Kurd û dostan dikin ku 25’ê Sibatê li welatên Ewropayê tevlî meş û mîtîngan bibin.