HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir

HGP’ê nasnameya gerîlayekê eşkere kir û got:
Hevrêya me Rojda ya ku milîtaneke pêşeng a YJA Starê bû, heta dawî xeta jina azad parast.

bi daxuyaniyek] HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku hevrêyê wan Rojda Mahîr di Gulana 2023’an de di êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû.

HGP’ê diyar kir hevrêya wan Rojda ya ku milîtaneke pêşeng a YJA Starê bû, xeta jina azad pêk anî û got:

Hevrê Rojda ji bo ku fikrên Rêbertiya me bigihîne hemû jinan, mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî pêk anî.

Li ser jiyan û têkoşîna keça berxwedêr yê ji Efrînê Şehîd Rojda HPG’ê bi domdarî ev tişt anî ziman:

Tevî zext, êşkence û êrîşên dagirkeriyê yên bi darê zorê jî, Efrîn yek ji wan herêman e ku çanda Kurd lê tê jiyîn

Û bi vê taybetmendiya xwe di her kêliyên dîrokê de bûye garantiya hebûna gelê me.

Hevrêya me Rojda weke endameke vî gelê hêja, dizanibû parastina gelê me, tenê bi têkoşîna gerîla pêkan e,

Piştî pêşketina Şoreşa Azadiyê ya di sala 2011’an de bi vê armanc û biryardariyê berê xwe da çiyayên Azad.

HPG’ê destnîşan kir ku Şehîd Rojda bi fedekarî û nêzîkatiya xwe ya rast a jiyanê bû milîtana pêşeng a PAJK’ê û wiha bi dawî kir:

Di serî de malbata wê ya hêja ku milîtaneke bi qîmet a wekî heval Rojda li têkoşîna me ya azadiyê zêde kiriye, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nasnav: Rojda Mahîr
Nav û paşnav: Hêvî Reşîd
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê dê: Almas
Navê bav: Reşîd
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button