HPG: 4 Leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, derb li 2 helîkopteran û 8 çeperan hate xistin.

Li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya Tirk Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.

Li gorî vê, di 14’ê Îlonê de gerîlayan li dijî dagirkerên li qada berxwedanê ya Zapê gelekî çalakî lidarxistin.

Di çalakiyên bi taktîkên cûda de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 8 çeper jî hatin derbkirin.

Gerîlayan derb li 2 helîkopteran xistin

Her wiha HPG’ê da zanîn li herêma Metînayê jî hêzên wan dest li helîkopteran werdan ku li ser qadê difiriyan û got:

Di encmana destwerdanê de derb li 2 helîkopterên êrişê hate xistin.

Helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji qadê dûr bikevin.

Êrişên arteşa Tirk ên li dijî qadên berxwedanê didome

Derbarê êrişên arteşa tirk de jî HPG’ê diyar kir qadên berxwedanê 3 caran bi balafirên şer û gelek caran jî bi helîkopterên êrişê û topan hatin bombekirin.

HPG: 12 Dagirker hatin cezakirin, 2 helîkopter hatin derbkirin

Back to top button