HPG: 12 Dagirker hatin cezakirin, 2 helîkopter hatin derbkirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbeyên li artêşa Tirk a dagirker didomînin.
Di çalakiyên ku hatin lidarxistin de 12 dagirker hatin cezakirin û 7 jî birîndar bûn.
Her wiha 1 droneke teqemenî û 2 kon hatin rûxandin, 2 helîkopter û 11 çeper jî hatin derbkirin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê tevî kêm derfetiyan jî bi taktîkên cûr be cûr arteşa Tirk a dagirker di çiyayên Azad de xitimandiye.

Li ser çalakiyên gerîla ên bênavber navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê ragihand ku hêzên wan li Zap, Metîna û Xakurkê derbên giran dagirkeran xistin û ev agahî dan:

Di çalakiyên ku di navbera 13 û 14’ê Îlonê hatin lidarxistin de,12 dagirker hatin cezakirin û 7 dagirker jî birîndar bûn.

Her wiha 1 droneke teqemenî û 2 kon hatin rûxandin, 2 helîkopter, 1 kepçeû 11 çeper jî hatin derbkirin.

Piştî çalakiyên serkeftî ên gerîlayan HPG’ê da zanîn arteşa dagirker ji bejahî û hewayî herêm bi dijrawî bombebaran kir û got:

Lê hemû êrîşên dijmin bi tedbîrên bi bandor ên gerîla û çalakiyên profesyonel hatin pûçkirin û ti windahî nedan me.

Gerîla bi gelek taktîkan 30 caran li dagirkeriya Tirk dan

Back to top button