Gerîla bi gelek taktîkan 30 caran li dagirkeriya Tirk dan

Li Zapê, gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bi gelek taktîkan ên bi koordineyî 30 caran li dagirkeriya Tirk dan.
Di encamê de 7 dagirker hatin kuştin, derb li 11 çeperan jî hate xistin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi derbên bi bandor dagirkeriya Tirk têk dibe.

Derbarê çalakiyên gerîla de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.

HPg: 7 dagirker hatin kuştin, 11 çeper hatin derpkirin

HPG’ê diyar kir hêzên wan bi rêbaza şerê tîm ê profesyonel derbên giran li dagirkeran dixin û wiha got:

“Li dijî arteşa Tirk a dagirker, ji êrîşê heta bi sekvaniyê, ji sabotajê heta bi çekên giran û çalakiyên koordîneyî bi gelek rê û rêbazan 30 çalakî bi hostatî kirin.”

Di çalakiyên ku li Zap û rojavayê wê hatin lidarxistin de HPG’ê da zanîn 7 dagirker hatine kuştin.

Her wiha 11 çeper jî hatine derbkirin.

Herêmên Zap û Metînayê gelek caran hatin bombekirin

Bi domdarî HPG’ê diyar kir artêşa dagirker bi êrişa giran a ji hewayî û bejahî ve hewl da li Qadên Berxwedanê bi cih bibe

Lê bi çalakiyên gerîla yên bi bandor pêşî lê vê yekê hate girtin.

Têkildarî êrişên bi domdar ên dagirkeriyê jî HPG’ê di dawiyê de got:

Herêmên Zap û Metînayê gelek caran bi balafirên şer, helîkopter û çekên giran hatin bombekirin.

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Sîda weşand

Back to top button