Mezlûm Dînç: Encex hevdîtina bi birêz Ocalan re fikarên me ji holê rake

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mezlûm Dînç, li ser televîzyona me bersiva da daxuyaniya Dozgeriya Tirkiyê û got; heta hevdîtina parêzer û malbatê bi birêz Ocalan re pêk neyê fikarên wan ji holê ranabin. Mezlûm Dînç anî ziman jî ku eger CPT û Ewropa li hember tecrîda girankirî bêdeng bin, dêmek ew hevkarên polîtîkeya tecrîd û êşkenceyê ne..

Dozgeriya dewleta Tirk bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku tiştê li ser malperên civakî hatiye biparvekirin bê bingeh e.

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mezlûm Dînç jî bersiv da dozgeriya dewleta Tirk û got encex hevdîtina bi Rêbertî re, fikarên wan ji holê rake.

Mezlûm Dînç: Bingeha van idiayan tecrîda girankirî ye

Parêzerê Rêber Apo, Mezlûm Dînç têkildarî îdiayên derbarê jiyana Rêber APO de, ji televizyona me Ronahî re axivî û got:

“Bi daxuyaniya rayedarên dewleta Tirk piştî vê saetê, guman ji holê nayê rakirin.

Sedema van îdiayên derdeikevin tenê ji bo fikaran di nava civakê de bê çêkirin, bingeha wê jî, tecrîda girankirî ye.

Li girava Îmraliyê, hemû mafên pêwendiya birêz Abdullah Ocalan, bi parêzer û malbatan re bi awayekî dervî hiqûqî, tên binpêkirin.”

Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, Mezlûm Dînç van idiayan cidî dibînin û li hemberî wê jî hewldanên wan hatine kirin.

Mezlûm Dînç: Serlêdanên me didomin, lê bersiveke erênî nehatiye girtin

Ji bo pêşîlêgirtina li van îdiayan jî, Parêzer Dînç diyar kir ku, divê bi awayekî lezgîn Birêz Ocalan mafên xwe yên hevdîtin û telefonê bi dest bixe.

Ev du roj in parêzerên Rêber Apo serî li dozgeriya dewleta Tirk didin, lê heta niha bersiveke erênî negirtine.

“Eger CPT û Ewropa li hember vê tecrîda girankirî bêdeng bin, dêmek hevkariya wan a polîtîkeya tecrîd û êşkenceyê dide xuyarkirin”, Parêzerê Rêber abdullah Ocalan Mezlûm Dînç gotina xwe wiha bi dawî kir.

Back to top button