“Cezayên li dijî Enqereyê li ser maseya lûtkeya Ewropayê ne”

Di civîna YE ya dawîya Adarê tê lidarxistin de, cezakirina Enqereyê mijara sereke ye..

Çavkaniyeke dîplomasî ya Yûnanistanê tekez kir, ku di civîna YE ya dawîya Adarê de, wê cezayên li dijî Enqereyê werin nîqaşkirin.

Jixwe duh jî li Paytexta Yûnanistanê Atînayê gereke nû ya danûstandinan têkildarî asakirina têkiliyan, di navbera dîplomatên Yûnanistan û Tirkiyê de dest pê kir.

Alozîya di navbera Atîna û Enqereyê de, Tebaxa borî, piştî ku Enqere keştiya xwe ya pişkinînê Urûc re’îs  şand herêma bi nakok, kûrtir bû.

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî duh ragihandibû ku ew ji ber reftarên Tirkiyê bi fikar in û tekez kir ku NATO dikare nakokiyên bi Enqereyê re çareser bike.

Back to top button