Greva birçîbûnê bi biryardariyeke mezin didome

Çalakiyên greva birçîbûnê ya li zindanên dewleta Tirk di roja 111’an de ye.
Derve jî çalakiyên piştgiriyê û yên li dijî tecrîdê dewam dikin.
Birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan jî li ser îdiayên derbarê jiyana Rêber Apo de diyar kir divê malbat û parêzer biçin Îmraliyê.

Li dijî tecrîda li Îmraliyê, çalakiya greva birçîbûnê li zindanên Tirkiyê di roja 111’an de bi koma 22’an re dewam dike.

Çalakgerên grevê û malbatên wan jî banga hestiyariyê li civakê û raya giştî dikin.

Li wargeha Mexmûrê jî çalakiya gireva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatî destpêkirin, di roja 90’î de didome.

Her wiha çalakiya grevê ya penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yûnanistanê jî, di roja 74’an de ye.

HDP’iyan li Amedê çalakiya rûniştinê pêk anî

Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li zindanan xwest daxuyaniyekê bide.

Polîsan nehiştin ku daxuyanî bê dayîn, li ser vê gel bi çepikan helwesta nîşan da û çalakiya rûniştinê pêk anî.

Saziyên sivîl yên li Amedê bang li CPT û NY kir ku bi erkên xwe rabin

Saziyên sivîl yên li Amedê jî derbarê rewşa dawî ya Abdullah Ocalan de daxuyaniyek hevpar da.

Saziyan bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bi erkên xwe rabin.

Her wiha banga li rayedarên dewleta Tirk hat kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê bikevin tevgerê.

Dogan Erbaş: Ji bo tecrîd bi dawî bibe, divê zext li desthilatdariyê bê kirin

Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê Dogan Erbaş derbarê rewşa dawî ya Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku divê bi lezgînî tecrîd bi dawî bibe û hevdîtin pêk were.

Dogan Erbaş destnîşan kir ku heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, li Tirkiyê ne qala demokratîkbûnê, ne jî qala aştî û çareseriyê bê kirin.

Erbaş got kir ku ji bo tecrîd tavilê bi dawî bibe, ev yek divê weke daxwazeke siyasî li desthilatdariyê bê ferzkirin.

Mihemed Ocalan: Divê malbat û parêzer biçin Îmraliyê

Birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan jî li ser rewşa dawî ya Rêber Apo axivî û diyar kir ku daxuyaniya Serdozgeriya Tirk a bajarê Bûrsayê fikar ji holê ranekirine.

Mihemed Ocalan wiha got:

“Ger tiştek tune ye, divê malbat an jî parêzer hevdîtinê bikin. Divê ne bi telefonê rûbirû be.”

Mihemed Ocalan xwest ku rêxistinên mafên mirovan ên Tirkiyê û navnetewî li dijî îdiayan bêdeng nemînin û bang li gelê Kurd kir ku li qadên Newrozê dengê xwe bilind bike.

Back to top button