Şêniyên Şedadê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan kir

Li dijî tecîrd û cezayê dîsîplînê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê meşek li dar xist.

Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê veguherî mîtîngê.

Ji rêveberên PYD’ê Rafet El-Derwîş axivî û bal kişand ser sûc û binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û wiha got:

“Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, nahêle malbat û parêzer serdana wî bikin.

Ev li dijî hiqûqa mafên mirovan e. Divê em serî hildin û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî xurt bikin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Back to top button