Şêniyên Minbicê: Em ê bi hêzên xwe re li dijî êrişan hevgirtî bin

Çalakiyên gel yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê zêdetir dibin.
Îro jî, li Minbic, Şehba û Qamişlo bi çalakiyên cuda êrişên li ser herêmê hatin şermezarkirin.
Şêniyan eşkere kirin ku ewê li rex hêzên xwe yên leşkerî bersiva dagirkeran bidin.

Çalakiyên gel yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê zêdetir dibin.

Dijî êrişan, îro helewstekî xurt ji şêniyên Minbicê derket.

Rêveberiya Sivîl a Minbic dijî êrişan meşeke li dar xist.

Bi hezaran ji Şêniyên Minbic û gundewarê wê beşdarî meşê bûn.

Meşê ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir û li kolana Wadî veguherî mêtingê.

Di meşê de kesên axivîn weha gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker ne tenê hewl dide xaka me dagir bike, lê belê hewl dide nirx, exlaqê civakê têk bibin, fikir û demokrasiya ku nûnertiya şoreşa biratiya gelan dike, bi dawî bike.

Hate diyarkirin ku wê gel li rex Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bin û li dijî her cûreyên êrişan li ber xwe bidin û xaka xwe biparêzin.

Xebatkarên Tenduristiyê êrişa li ser nexweşxaneya Til Rifetê şermezar kirin

Xebatkarên Tenduristiyê ên herêma Efrînê jî bi daxuyaniyekê êrişa duh a li dijî Nexweşxaneya Til Rifetê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hedefgirtina Nexweşxaneya Til Rifetê binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî ye.

Xebatkaran bang li Xaça Sor a NY’ê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker erkên xwe yên mirovî bi cih bînin.

Kongra Star êrişa li dijî nexweşxaneya Til Rifetê şermezar kir

Meclisa Kongra Star li ser êrişên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.

Meclisê diyar kir ku armaca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku DAIŞ’ê zindî bike.

Meclisê got çiqas êrişan dijwar bikin, vîna jinan û civakê bihêztir dibe û dê jin, ciwan û tevahî gel li pêş van êrişan bibin mertal.

Li Çilaxa û Tirbespiyê jî êriş hatin şermezarkirin

Her wiha Endamên Kongra Star a Tirbespiyê û Çilaxa yên Qamişlo jî bi 2 daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Back to top button