Balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker malek xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bombebarankir.
Di encama êrişê de jinek 50 salî birîndar bûye.
Di saet 09:25’an de balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker malek wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir.
Di encama êrişê de jinek bi navê Eyşê Mihemed Ehmed (50) birîndar bû.
Xelkê wargehê li ber derê nexweşxaneyê rawestiyaye. Di van kêliyan de şandeyek lêkolînê ya rayearên Iraqê li cihê bûyerê ne.
Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Her wiha xaniyên derdorê ziyanek mezin dîtin.