Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku bûyerên li Fîlîstîn û Îsraîlê diqewimin nîşan didin ku nêzîkatiya neteweya demokratîk a Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çiqasî girîng e.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şerê dawî yên Fîlîstîn û Îsraîlê de daxuyanî da.
KCK’ê sersaxî ji gelê Filîstîn û Îsraîlê re xwest û got:
” Ji ber van êrişan û komkujiyan em gelek xemgînin.
Ev şerê heyî pirsgirêkan kûrtir dike û di encamê de gelan qir dike.
Beriya her tiştî divê di zûtirîn demê de dev ji van helwestan bê berdan û êrîş bêne rawestandin.
Çawa ku rêbazên Hamasê şaş in, helwesta dewleta Îsraîlê û dorpêça li ser Xezayê jî nayê qebûlkirin.”
KCK: Çareserî di pergala netewa demokratîk a Rêber Apo de ye
KCK’ê dazanîn ku şerê filîstîn û Îsraîlê ji ber hişmendiya netewdewletê kûrtir dibe û ev nirxandin kir:
Bûyerên li Filistîn û Îsraîlê diqewimin, girîngiya nêzîkatiya neteweya demokratîk a ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn destnîşan kiriye, careke din nîşan dide.
Ev şer encamê zihniyeta dewletparêz di çavkaniya pirsgirêka dîrokî ya Ereb-Yahûdiyan de ye.
Di serdema me de hemû pirsgirêkên li Rojh=ilata Navîn, pirsgirêka Kurd jî di nav de, ji ber zihniyeta netewe-dewletparêz e.
Hemû pirsgirêk di serî de pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Filistînê çareseriyeke rasteqîn bi pêşxistina pergala neteweya demokratîk a Rêber Apo ya li ser bingeha jiyana hevbeş, wekhev û hevpar pêkan e.
Li ser vê bingehê pirsgirêkên gelên Kurd û Filistînê bi çareseriya demokratîk dibe.
Pirsgirêk bi avakirina dewletan nayên çareserkirin
Bi pergala Netewa Demokratîk a Rêber Apo ve pirsgirêkên gelê Yahûdî û hem jî yên gelê Filistînê çareser dibe.”
KCK: Bêyî careserkirina doza Fîlîstînê yahûdî nikarin aram bijîn
KCK’ê dazanîn ku ti tişt nikare doza gelê filîstînê ji holê rake û got-
“Bêyî çareserkirina pirsgirêka Filistînê, gelê Yahûdî nikare bibe xwedî wijdan û pêkanînên pê re rû bi rû mane bi temamî nikare mehkûm bike û ji holê rake.
Çareserkirina pirsgirêka Fîlîstînê jî mîna pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêşxistina demokratîkbûna Rojhilata Navîn girîng e”
KCK: Ya Erdogan ji bo Filîstînê dibêje û dike du rûtî ye
KCK’ê axaftiên erdogan ê derbarê armancgirtina binesaziya Fîlîstinê de bibîrxist û nirxandinên xwe wiha bidawî kir:
“Kesên ku van tiştan li Kurdan dikin, nikarin ji dil nêzî gelê Filistînê û doza wan bibin.
Ya Erdogan dike duritîye rondikê derewîn e, di esasê de hewl dide vê ji bo bazirganiyê bi kar bîne da ku polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan bimeşîne.”