Şerê Îsraîl û Filîstînê 7 rojên xwe temam kirin

Di nava 7 rojên derbasbûyî de hezar û 300 Îsraîlî, hezar û 600 Filîstîn hatin kuştin.
Bi hezaran mirov birîndar bûn.
Bajarê Xezayê wêran dibe.
Û tevî vê encama giran jî ti nîşaneyên bidawîkirina şerê di navbera Îsraîl û Hamasî de xuya nakin.
Berevajî diyare ku wê rewş hê kambaxtir bibe

Hamasê 6’ê Cotmehê ji gelek milan ve êrişî herêmê di bin kontrola Îsraîlê de kir.

Di encamê de herî kêm hezar û 300 Îsraîlê hatin kuştin, 3 hezar û 300 birîndar bûn, 150 kes jî dîl hatin girtin.

Li hemberî vê yekê Îsraîl jî ev 6 roj in bombeyan bi ser Xezayê de dibarîne.

Eşkere bû ku hejmara kesên ku li Xezayê ji ber bombardimanên Îsraîlê hatine kuştin ji hezar û 600 derbas bû.

Li gorî daneyan di nava kuştiyan de gelek zarok û jin hene.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber rewşa şer û êrişan heta niha derdora 500 hezar kes li Xezayê ji cih û warên xwe bûne.

Îdîaya Hamasê: Ji ber êrişên Îsraîlê ji doh ve 13 kesên dîl hatin kuştin

Tevî encama giran jî Îsraîl dawî li êrişên xwe ên ezmanî nayîne.

Ji şevê din ve gelek deverên Xezayê bi dijwarî hatin bombardimankirin.

Baskê Leşkerî yê Hamasê, Tugayên El Qessam îdîa kir ku ji ber êrişan 13 dîlên Îsraîlê hatin kuştin.

Li gorî Hamasê di nava kuştiyan de dîlên biyanî jî hene.

Artêşa Îsraîlê: Divê mîlyonek û 100 hezar kes ji Xezayê werin derxistin

Di vê navberê de artêşa Îsraîlê daxwaz ji Neteweyî Yekbûyî kir ku di nava demeke kurt de mîlyonek û 100 hezarî Filîstînî ji Xezayê derxîne.

Ev daxwaz nîşan dide ku wê Îsraîl li dijî bajarê Filîstînê tevgereke leşkerî ya mezin destpêbike.

Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku tevgereke wiha wê rê li ber encamên xerab veke û got, ew vê yekê erê nakin.

Rayedarên Misrê jî gotin, ew ne alîgirin ku rêya koçberiya gelê Filîstînê were vekirin.

Îsraîl: Em ê di warê leşkerî û siyasî de Hamasê tine bikin

Di çarçoveya amadekariyên êrişa bejahî de, artêşa Îsraîlê bi hezaran leşkerî, tank û top li herêma sînorê Xezayê bicih kirin.

Têkildarî mijarê berdevkê Artêşa Îsraîlê Richard Hecht (Rîçar Hêxt) ragihand ku vê gavê armanca wan a sereke bi temamî tinekirina tevgera Hamasê ye.

Richard Hecht diyar ku êrişa wan wê ne tenê li dijî fermandariya leşkerî ya Hamasê be ev yek di heman demê de wê rêveberiya hukûmî ya Hamasî jî ji holê rake.

Hîzbullah a Lubnanê: Em ji bo şerê li dijî Îsraîlê amade ne

Li hemberî gefên êrişa mezin a Îsraîlê, îro Hizîbullah a Lubnanê helwesta xwe eşkere kir.

Cîgirê Sekreterê Hîzbullahê Naîm Qasim di xwepêşandana piştgiriya Hamasê de ev peyam da:

Gelo wê kengî fermana tevgera li dijî Îsraîlê were dayîn?

Her çi bibe, em weke Hîzbullah dijberiya xwe a ji bo Îsraîlê dewam dikin û dibêjin, em ji bo şer amade ne.

Şerê Hamas û Îsraîlê: Hejmara kuştiyên Îsraîlî ji 1200 derbas bû

Back to top button