Wezîrên Karê Derve yên Swêd û Fînlandiya ji bo erêkirina endamtiya NATO li Brukselê bûn. Wezîran li baregeha NATO ya li Belçîkayê protokolên endamtiya herdû welatan îmze kirin.
Niha jî divê welatên endamên NATO vê yekê li parlamentoyên xwe erê bikin.
Piştî ku Tirkiyê di Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATO ya li paytexta Spanya Madrîdê de lampa kesk da endamtiya Swêd û Fînlandiyayê, ev welatên navborî ji bo NATOyê hatin vexwendin.
Îro li navenda NATOyê bi beşdariya nûnerên 30 welatên endamên NATO yê protokolên endamtiya Swêd û Fînlandiyayê hatin îmzekirin.
Wezîrên derve yên Fînlandiya û Swêdê ji bo endamtiya NATOyê protokola endamtiyê îmze kirin.
Ji bo her du welatên bakur tevlî tifaqê bibin, wê niha li benda erêkirina welatên endam be.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg di axaftina xwe de bal kişand ser peymana sê alî ya ku hefteya borî di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de hat îmzekirin.
Ji bo ku Swêd û Fînlandiya bibin endamê NATOyê, divê parlementoyên neteweyî yên hemû welatên hevpeymaniya NATOyê protokolan erê bikin.
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar ê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî îşaret kiribû ku eger her du welatên bakur sozên ku di peymana sê alî de dabûn cîbicî nekin, dibe ku protokol ji meclisê vekişin.
Erdogan dema ji Civîna Bilind a NATO’yê vegeriya di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku peymana sê alî nayê wê wateyê ku Swêd û Fînlandiya endamên NATO’yê ne.
Erdogan îşareta wê yekê dabû ku ew ê ev kaxeza endamtiya bo NATOyê hîn zêdtir bikar bîne û wiha gotibû:
“Kar bi dawî nabe. Ev tenê vexwendinek e.
Bi vê vexwendinê pêvajoyek dest pê dike û heta kengî bidome ne diyar e.”



