Peymana sêalî ya navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiya ji rojevê dernakeve.
Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson dibêje ewê girêdayî peymana li gel Tirkiyê bin.
Serokê Dadgeha Bilind a Swêdê Eka jî got;
Dozên berê hatine bidawîkirin, careke din nayên nirxandin.
Parlamentera Kurd a Swêdê Kakabawe jî ji ber peymana bi Tirkiyê re hatî îmzkirin giliyê Wezîra Karên Derve ya Lînde kir.
Ji nava Swêdê li dijî peymana rêveberiya welat ya bi dewleta Tirkiyê re îmze kirî bertek hene.
Her çiqasî Serokwezîra welat Magdalena Andersson dibêje, ew ê girêdayî peymana bi Tirkiyê re bimînin jî lê Dadgehên welat ji ya xwe danakevin.
Radestkirina 19 kesên ku Enqere wek “terorîst” dibîne, berê ji aliyê dadgeha Swêdê ve hatibû redkirin.
Serokê Dadgeha Bilind a Swêdê Anders Eka ji rojnameya Dagens Nyheter a Swêdê re axivî û got,
“Em nikarin li dozên ku beriya niha biryar hatine girtin, rûnin û binirxînin.
Karê me ew e ku em kontrol bikin ka astengî hene yan na.”
Dadgeha Bilind piştî lêpirsîna Serdozgeriyê dozên radestkirinê dinirxîne.
Ji aliyê Serokwezîrê Swêdê ve hat ragihandin ku kesên xwedî hemwelatiya Swêdê ne bi ti awayî nayên vegerandin.
Beriya Lûtkeya NATO`yê di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de peymaneke sê alî hatibû îmzekirin.
Piştî peymanê Enqereyê ragihandibû ku wê vetoya beşdarbûna van welatan di NATO`yê de rake.
Yek ji şertên Tirkiyê yên ji bo qebûlkirina van welatan di nava NATO`yê de, ew e ku kesên ku ew ji Swêd û Fînlandiyayê dixwazin radestî wan bikin e.
Li gorî çapemeniya Swêdê di lîsteya yekem a Enqereyê de 33 nav hebûn û piştre ev lîste bû 73.
Ji sala 2000’î ve, Dadgeha Bilind zêdetirî 30 dosyayên ku Tirkiyê daxwaza radestkirinê ji Swêdê kiriye, heye.
Dadgehê destnîşan kir ku tenê di çar dozan de ji bo radestkirinê tu astengî tune ye.
Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson gotina Erdogan ya ’73 terorîst wê bên radestkirin’ red nekir.
Kakabawe giliyê Wezîra Karê Derve ya Swêd linde kir
Di vê navberê de, parlamentera Kurd a Swêdê Emine Kakebawe ji ber peymana navbera Swêd, Fînlandiya û Tirkiyê îmze kiriye, giliyê Wezîra Karê Derve kir.
Kakabawe ji Komîsyona Destûra Bingehîn xwest ku lêkolînê bike ka Linde rayeyên hikûmetê binpê kiriye û neqanûnî tevgeriyaye yan na.
Kakabawe ji ber hinardekirina çekan a ji Tirkiyê re jî nerehetiya xwe anî ziman.
Her wiha têkildarî ka wê Swêd sûcdaran radestî Tirkiye bike jî xwest lêkolîn bê kirin.



