Li Îtalya…Ji ber ziwatiyê li 5 herêman rewşa awerte hate ragihandin

Li beşek jî xaka Îtalya, ziwatiya 70 salên dawî ya herî dijwar heye.
Îtalya ku welatekî li ser Derya Spî ye, li 5 herêmên ku herî zêde ji ziwabûnê bandor bûne rewşa awarte ragihand.

Li gel qeyrana hişkesaliyê ya herî giran a 70 salên dawî, Lijneya Wezîran bi serokatiya Serokwezîr Mario Draghi civiya û ji bo 5 herêmên bakur ên ku herî zêde zirar dîtine rêze biryar îmze kirin.

Dema ku Şandeya Wezîran li herêmên Piedmont, Lombardy, Veneto, Emilia-Romagna û Friuli Venezia Giulia rewşa awarte ragihand, ji bo derbaskirina krîzê bi qasî 36,5 mîlyon euro veqetand.

Beşa herî mezin a çavkaniya navborî wê ji herêma Emilia-Romagna (10,9 mîlyon euro) re were veqetandin.

Li gorî daneyên Komeleya Çandiniyê ya Îtalyayê, li van herêman 270 hezar cotgeh (çewlik) di rewşeke dijwar de ne.

Ava çemê Poyê yê herî mezin û dirêj ê welêt ku ji herêmên Rewşa Awarte lê hatiye îlankirin derbas dibe.

Ji ber ziwabûnê ji sedî 80 ji asayî kêmtir e.

Geliyê Çemê Po, ji sedî 40’ê hilberîna xwarinê ya welêt ji, genim û birinc, pêk tîne.

Di heman demê de ev nêzî çar mehan e ku li herêmê qet baran ne bariyaye.

Pispor diyar dikin ku qeyrana ziwatiyê ji sedî 30’ê hilberîna çandiniyê ya li tevahiya welêt dixe metirsiyê û heta niha di çandiniyê de nêzî 3 milyar euro zirar dîtiye.

Li herêma bakurê welêt ji 100’î zêdetir şaredariyan ji bo kêm mezaxtina avê tedbîr girtin.

Di dawiyê de, Verona û Pisa tevlî van şaredariyan bûn.

Back to top button