Putin li herêma Luhansk ê serkeftin ragihand

Li Ukrayna piştî şerê bi mehan, Serokê Rûsya Putin serkeftina xwe ya li herêma Luhanskê ragihand.
Hêzên Ukrayna jî li herêma rojhilat xetên nû yên parastinê ava dikin.
Bi vê yekê re xwe ji bo şerekî dijwar amade dikin.
Hemwextî vê, Serokwezîra Swêdê Andarsson bi Serokomarê Ukrayna Zelensky re civiya û soza piştevaniya hîn zêdetir da.

Artêşa Rûsya piştî şerekî dijwar yê bi heman li rojhilatê welat serkeftinan bidest dixe.

Serketina Rûsya ya li Lîsîçanskê ya 4’ê Tîrmehê bidawîkirina yek ji mezintirîn şerên Ewropaya yê bû.

Şer kontrolkirina Luhanskê temam kir.

Ev herêm yek ji wan du herêmên ku Rûsyayê xwest ji aliyê Ukraynayê ve bo cudaxwazên herêma Donbasê were dayîn bû.

Li gorî nûçeya Reutersê Serokê Rûsya Vladimir Putin di hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re ji bo rizgarkirina Luhanskê ew pîroz kirine.

Piştî kontrolkirina bendera Mariupolê, girtina herêma Luhanskê serketina herî mezin ya Moskowê ye.

Di dema ku ji her du aliyan bi hezaran mirî û birîndar çêbûn de, her yek îdîa kir ku dijmin gelek windahiyên xwe daye.

Rûsyayê gelek caran hewl da ku Ukraynayan dorpêç bike, lê bi ser neket û di dawiyê de bijart ku wan bi çekên xwe yên giran bike armanc.

Neil Melvin ku saziyekî ramanê RUSI ya Londonê ye got;

“Ez difikirim ku ew ji bo Rûsyayê serkeftinek taktîkî ye, lê berdêla xwe pir mezine.

Rûsya dikare serkeftinê ragihîne.

Lê şerê dijwar û rast hîna li pêş e.”

Moskow hêvî dike ku vekişîna Ukraynayê hêzê bide artêşa wan da ku ber bi herêma Donetsk ya cîran ve pêşve biçin.

Her çiqasî Ukrayna ji herêma Luhanskê vekişiya be, lê bi rêya çekên giran dixwaze li derdora van bajaran şerekî dijwar pêk bîne.

Swêd: Ukrayna nirxên me diparêze

Doh Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson ji bo piştevaniya xwe ya bi Ukrayna re diyar bike, serdana Kîevê kir.

Andersson soza domandina piştevaniya bo Keîvê da û got;

Ew ê li dijî Rûsya ya li rojhilatê welat bi pêşde tê, cezayên hîn zêdetir ferz bike.

Andersson şerê Ukrayna yê li pêşberî Rûsya dike jî weke parastina rûmeta wan pênase kir.

Di daxuyaniy çapemeniyê de, Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky jî careke din qala dadgehkirina Rûsya ji ber sûcên heyî kir.

Zelensky îşaret bi krîza xwarinê ya li cîhanê kir û got:

Bi qasî 22 mîlyon ton genim di depoyên wan de ne.

Lê ji ber Rûsya ev genim nikare bo derve were şandin.

Serokê Ukraynayê got, welatê wî çaverê dike ku di payîzê de dora 60 mîlyon ton genim berhev bike.

Back to top button