Pûtîn ferman da artêşê: Piştî Luhanskê, êrişên xwe li Ukraynayê dewam bikin!

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, serketina xwe ya li herêma Luhanskê ragihand.
Pûtîn wekî din ferman da artêşa Rûs ku piştî Luhanskê jî êrişên xwe li Ukraynayê dewam bikin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê pêr eşkere kir ku hêzên wan li Rojhilatê Ukraynayê, bajarê Lysychansk bi temamî kontrol kiriye.

Artêşa Ukraynayê jî idîa kir ku ji ber sedemên tektîkî ew ji bajêr vekişiyane û got, wê di rewşa guncav de veger çêbibe.

Serokê Rûsyayê Pûtîn têkildarî meselê axivî û kontrolkirina bajêr, weke serkeftina li herêma Luhanskê binav kir.

Pûtîn di axaftina xwe de ev ferman da artêşê:

” Piştî serkeftina li Luhanskê, hûn dikarin hinekî bêhna xwe vedin.

Di van rojan de amadekariyên xwe bihêz bikin û paşê tevgera xwe dewam bikin.”

Artêşa Rûsyayê ji bo herêma Rojhilatê Ukrayna bi temamî kontrol bike, êrişên xwe zêde kirin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, hedefa bê ya artêşa Rûs, kontrolkirina Donbasê ye.

Back to top button