Di roja serxwebûna Amerîkayê de 6 kes hatin kuştin

Doh di pîrozbahiyên salvegera Serxwebûna Amerîkayê de ciwanekî 22 salî gulle li derdorê reşandin. 6 kes hatin kuştin û 36 jî birîndar bûn.
Polîsan ragihand ku kesê gomanbar hatiye binçavkirin.

Doh li seranserê Amerîkayê Roja Serxwebûnê hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya li Eyaleta Chicago veguherî xemgîneyeke mezin.

Beriya pîrozbahî destpê bike bi 10 deqeyan, ciwanekî 22 salî gulle li girseya gel reşandin.

Chicago Sun Times ragihand ku êriş bi qasî 10 deqîqeyan piştî destpêkirina merasima Roja Serxwebûnê ya 4’ê Tîrmehê derketiye.

Reutersê li ser dîmenên vîdyoyê yên ku di dema êrîşê de hatine kişandin, ragihand ku nêzîkî 30 gule li pey hev hatine teqandi.

Piştî navbereke kurt, nêzîkî 30 guleyên din jî hatine bihîstin.

Di encamê de herî kêm 6 kes hatin kuştin û 36 jî, di nav de zarok, birîndar bûn.

Polîsên eyaletê ragihandin wan kesê êrişkar girtiye û têkildarî nasnameya wê ev agahî dan:

Ciwanê 22 salî navê wê Robert E. Crimo (Robert E.Krîmo) piştî êrişê bi demeke kurt hate girtin.

Wî ji avahiyeke li hemberî cihê pîrozbahiyê, gulle li girseyê reşandine.

Serokê Amerîka Joe Biden êrişa weke şok binav kir.

Beriya êrîşa li Îllinoîsê, di 14’ê Gulanê de li New Yorkê di êrîşa li ser supermarketekê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

24’ê Gulanê li eyaleta Teksasê di êrîşeke ku li dibistanekê hat kirin de 19 xwendekar û 2 mamoste hatibûn kuştin.

Ji destpêka salê ve, hema bêjin heftane li Amerîkayê êrişên çekdarî pêk tên.

Back to top button