Leşkerên dagirkeriya Tirk ciwanin Sûrî êşkence dikin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker jimarek ciwanên Sûrî êşkence kirin û piştre dîmenê vê hovîtiyê belav kir.

Hat ragihandin ku ev bûyer li herêmên dagirkirî pêk hatiye.

Di dîmen de leşkerên dagirkeriya Tirk çend ciwanên Sûrî girtine û êşkenceyê li wan dikin.

Ev ciwan hatine tazîkirin û li erdê hatine dirêjkirin.

Leşkerekî dagirkeriya Tirk pê li serê ciwanekî dike, leşkerekî din jî bi dar li serê wî dixe.

Ev dîmen ji aliyê derdorên nijadperest ve li ser hesabên medyaya dijîtal hatine parvekirin.

Rûyên dagirkeran jî, bi sembola MHP’e ya Gurên Boz hatine veşartin.

Back to top button