Şêniyên Minbicê bi şahiyekê Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin û diyar kirin şoreşa xwe bi serkeftî bidomînin.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê bi boneya salvegera 11’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê şahî li dar xist.
Di şahiyê de, bi sedan ji şêniyên Minbic û gundewarê wê amede bûbûn.
Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Cahid Hesen axivî û wiha got:
“Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji şoreşên din ên li herêmê çi li Sûriyê yan jî li Rojhilata Navîn cudatir e.
“Şoreşa 19’ê Tîrmehê di dîrokê de, şoreşa yekemîn a bi şoreşa jinan hatiye naskirin.
Armanca şoreşê Sûriyeke demokratîk a pir-rengî ya ne-navendî ye.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Şirêdî jî axivî û diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdên xwe bin heta ku bighêjin aramcên wan.
Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Riweyda Hinêdel bang li hêzên cîhanê kir ku li hemberî berjewendiyên Erdogan ên dijminane bertek nîşan bidin.
Dawiyê, stranan hatin gotin û dîlan hatin gerandin.