Li herêmên dagirkirî di nava 24 setan de 2 zarok rastî destdirêjiyê hatin

Di nava 24 seatên dawî ji aliyên çeteyan ve, 2 zarok rastî destdirêjiyê hatin.
Dadgeha dewleta Tirk a dagirker ya li Efrînê jî ciwanekî Efrînî ceza kir.

Li Herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên ve derheqê şêniyan de hemû rêbazên hovane tên meşandin.

Heta bi zarokan jî, ji van binpêkirinan nafiltin.

Li herêmên dagirkirî di nava 24 seatên dawî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve 2 zarok rastî destdirêjî hatin.

Duh çeteyekî ji çeteyên El Hemzat li gundê Ciwêq ê Efrînê êrişeke zayendî li zarokeke 13 salî kiriye.

Û Îro jî çeteyekî ji Koma El Mutesim li bajarê Mari yê li gundewarê Helebê destdirêjî li zarokek 5 salî kir.

Li Efrînê dadgeha Tirk cezayê girtinê 4 mehan li ciwanekî efrînî birî

Sûc û binpêkirinên dewleta Tirk li Efrîna dagikirî roj bi roj girantir dibin.

Çeteyan di Nîsana borî de ciwanekî Efrînê ji pêkhateyên ereb Mehmûd Casim bi hiceta ku berê di saziyên Rêveberiya Xweser de kar kiriye, revandin.

Piştî 3 mehan ji girtinê, dadgeha dewleta Tirk a dagirker ya li Efrînê Mehmûd Casim ceza kir.

Efrîn Post diyar kir ku dadgehê cezayê girtinê 4 mehan lê birî û 600 dolar lê ferz kir.

Li Babê di şerê 2 malbatan de kesek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Di seatên sibê de li bajarê Babê yê dagirkirî 2 malbat bi hev ketin.

Her du malbatan çekên navîn û giran bikaranîn.

Di encama şer de, kesek hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Heta niha di navbera her du malbatan de alozî heye.

Ji ber gulebarandina bêserûber gelek malbat ji malên xwe derketin.

Ne dagirkeriya Tirk û ne jî çeteyên wê destwerdan nekirin û li şûna rawestandina rijandina xwînê bikin, temaşe dikin.

Li Serêkaniyê ​​​​​​​çeteyan cotkarek birîndar kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gundê Hîsan ê Serêkaniyê ya dagirkirî, çeteyan koma Hemzat li cotkarên ku zeviyên xwe av didan xist û gotinên xirab ji wan re kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku cotkarek û kurê wî hewl didan bi bêran çeteyên êrişkar dûr bixin, lê çeteyên Hemzat gule avêtin û cotkar ji singa wî ve birîndar kir.

Her wiha çeteyekî din ji ber guleyên bêserûber birîndar bû.

Çeteyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê.

Back to top button