Meclisa Girê Spî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir

Meclisa Girê Spî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk û hedef girtina sivîlan şermezarkir. Meclisê banga li civata Navneteweyî kir ku ji bo rawestandina sûcên dagirkeriya Tirk li herêmê tedbîrên pêwîst bigirin.

Bi dehan endamên saziyên ji herêmê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji hêla endamê Desteya Perwerdê Salih El-Hecî hate xwendin.

Di daxuyaniyê êrişên dewleta Tirk ên duh li ser gundên rojavayî Girê Spî û Eyn Îsa ên ku tije sivîl in hatin şermezarkirin.

Salih El-Hecî da zanîn ku hedef giritina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve ne tiştekî nû ye û got:

“Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Girê Spî êriş û topbaranê didomîne da ku şêniyê wê derê keçber bike.

Di dawiyê de endamê Desteya Perwerdê Salih El-Hecî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir li dijî êrişên dewlet Tirk tedbîrên pêwîst bigirin.

Back to top button