Li Girkê Legê doh êvarê, komîteya çalakiyan bi beşdariya endamên meclîsên sivîl, xizmetguzarî, Kongra Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan dest bi xemilandin û amadekirina hola şahiyê kir.
Komîteya çalakiyan vê êvarê li Girkê Legê qada Navenda Hêzên Parastina Civakê ji bo lidarxistina şahiya mezin a salvegera Şoreşa 19′ê Tîrmehê xemiland.
Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan, Rêber Apo, alên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser hate xemilandin.
Pankartên “Bi rihê Şoreşa 19′ê Tîrmehê em ê Rêber Apo azad bikin û neteweya demokratîk misoger bikin” hat daliqandin.
Di xemilandina qadê de, endamên meclisên sivîl, xizmetguzarî, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.
Wê îro bi beşdariya şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer şoreşa 19’ê tîrmehê bê pîrozkirin.
Sibe li 6 navendên herêmê pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19’ê pêk tên